Şam-SANA
Sûrîyê bi tundtirîn şêwe tawana hêzên dagirker ên Îsraîlê ya kuştina ciwanekî xwedî pêdivîyên taybet, piştî derbasbûna wan bo nav gundê Cimleyê li gundewarê rojavayê Derayê, şermezar kir.
Her wiha piştrast kir ku armancgirtina sivîlan binpêkirineke metirsîdar a rêgezên yasaya navdewletî û yasaya navdewletî ya mirovî ye.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de, îro Pêncşemê, desthilatdarên dagirker ên Îsraîlê bi temamî berpirsîyarên vê tawanê dîtin.
Wezaretê dupat kir ku berdewamîya derbasbûn û êrîşên li ser welatîyên Sûrî binpêkirina serwerîya Komara Erebî ya Sûrîyê ye, her wiha gefek e li ser ewlehî û aramîya herêmê, û rê li ber hewldanên başbûn û jinûveavakirinê digire.
Wezaretê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsîyarîyên xwe di danîna sînorekî de ji bo êrîşên dubare yên Îsraîlê li ser axa Sûrîyê hilgire, û desthilatdarên dagirker neçar bike ku rêzê li rêgezên yasaya navdewletî û biryarên rewatîya navdewletî bigirin.
Di heman demê de, wezaretê destnîşan kir ku ev êrîş dê girêdana Sûrîyê bi serwerî û mafên wê yên rewa qet neguherin.