Şam-SANA
Wezîrê Veguhastinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir tekez kir ku veguherîna dîjîtal stûneke bingehîn e ji bo xurtkirina jîngeha karsazîyê û kişandina veberhênanan li Sûrîyê. Bedir bal kişand ser birêvebirina Pêşangeha Teknolojîyên Zanyarî û Têkilîyê “Syria Hi-Tech”, ku ev yek nîşana zêdebûna bawerîya veberhênerên Ereb û bîyanî bi bazara Sûrîyê ye.
Derbarê pêşangeha “Syria Hi-Tech”ê de, Wezîrê Veguhastinê îro Çarşemê di daxuyanîyekê de li ser kanala Telegramê ya wezaretê dîyar kir ku sazkirina pêşangehê salê du caran bûye sedema kişandina şirketên nû yên ku di xulên berê de ne amade bûn. Wî destnîşan kir ku ev beşdarîya zêde nîşaneyeke zelal e li ser başbûna jîngeha veberhênanê li Sûrîyê.
Derbarê platforma “Naqil”ê, Bedir da zanîn ku ew platformek e ku hemû pêvajoyên moletkirinê yên ji bo şirketên ku di qada veguhastinê de bi moleta wezaretê kar dikin tê de têne danîn. Wî hêvî kir ku ev sepan serkeftina xwestî bi dest bixin û di xulên bê yên pêşangehê de înîsîyatîfên dîjîtal ên zêdetir bikişînin.



