Şam – SANA
Rêveberê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrî (SANA) Zîyad El-Mehamîd û Rêveberê Hevkarîya Navneteweyî yê ajansê Mehmûd El-Hacî Osman, dema serdana şandeyekê bo baregeha ajansê li Şamê, ligel şandeke Yekîtîya Ewropayê û dezgeha Deutsche Welle (DW), pêşveçûnên projeya “Fill the Space” û asoyên pêşxistina hevkarîyê di warên pêşvebirina medyayê û bilindkirina şîyanên rojnamevanîyê de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, her du alîyan qonaxên bicihanîna projeya ku ji alîyê dezgeha Deutsche Welleyê ve bi hevkarîya SANAyê û bi piştevanîya Yekîtîya Ewropayê bi rê ve diçe, her wiha encamên rahênanên di çarçoveya wê de hatine pêkanîn û nêrînên li ser bandora wan di pêşxistina behreyên rojnamevanîyê de nirxandin.

Her wiha di civînê de behsa pêvajoya geşepêdana ajansê ji dema rizgarkirina Sûrîyê ve, nûbûnên ku bi xwe re anîne, dîtin û armancên wê yên paşerojê hat kirin.
Ligel vê jî, astengîyên heyî û pêdivîyên qonaxa bê hatin gengeşekirin û derfetên hevkarîya paşerojê ligel Yekîtîya Ewropayê û Deutsche Welleyê hatin nirxandin; her wiha rola Yekîtîya Ewropayê di piştevanîkirina medya û azadîya çapemenîyê de bilind hat nirxandin.
Di nav şandeyê de ev kes amade bûn: Francesca Gilli, Rêvebera Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di Rêveberîya Amûrên Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê (FPI) de; Marianne Rubira ji heman tîma rêveberîyê; ligel Frederic Krampitz û Levent Baydil ji tîma projeya “Fill the Space” ya ser bi dezgeha Deutsche Welleyê ve.

Serdanê her wiha gereke di nava beşên SANAyê de li xwe girt; di vê gerê de şande ji nêz ve haydarî rewşa kar li odeya nûçeyan, guhertinên nû û rewşa arşîvê bû.
Her wiha ligel hejmarek rojnamevanên SANAyê li ser ezmûnên wan ên pîşeyî û astengîyên li pêşberî karê rojnamevanîyê guftûgoyên rastîn pêk anîn.

