Gundewarê Şamê – SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn li bajarokê Renkûsê yê li rojavayê Gundewarê Şamê, operasyoneke ewlehîyê li dar xist; tê de şaneyeke ser bi rêxistina terorîst a DAIŞê ve kire armanc.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn îro Pêncşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku ev operasyon bi hevkarîya Dezgeha Îstixbarata Giştî hatiye lidarxistin.
Her wiha di 16ê vê mehê de jî, Dezgeha Îstixbarata Giştî bi hevkarîya Hêzên Ewlehîya Hundirîn di operasyoneke pêşwext de planeke êrîşê ya li ser dewrîyeyeke polîsan li parêzgeha Gundewarê Şamê pûç kiribû ku şaneyeke girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê dixwest bi rêya wê êrîşê pêk bîne.