Şam-SANA
Li esmanê Sûrîyê êvara îro Çarşemê çalakîya stêrnasîyê ya pêla “Tîrêjstêrên Cebarîyan ” (Orionids Meteor Shower) digihîje lûtkeya xwe; ev dîyardeyeke payîzî ya birêkûpêk ku tê de Erd di rêgeha tozî ya kevnar re derbas dibe ya ku stêrka bidûv a navdar “Halley” ji berî bi sedên salan ve di fezayê de li pey xwe hiştiye.
Endamê Komîteya Şêwirmendîyê ya Komeleya Stêrnasîyê ya Sûrîyê Nebîl El-Bîş ji SANAyê re eşkere kir ku ev dîyarde “nameyên ronahîyê” yên salane navdartirîn stêrka bidûvik a dîrokê nîşan dide; di demekê de ku stêrka bidûvik a “Halley” geşta xwe ya dûr li perawêzên Koma Rojê didomîne û heta sala 2061ê careke din li esmanê me xuya nabe, Erd bi rengekî birêkûpêk her sal du caran di çemê tozî re derbas dibe yê ku li pey xwe hiştiye; ev yek jî dibe sedema barana “Êta Delwîyan” di meha Gulanê de û xwişka wê ya cêwî “Cebarîyan” di meha Cotmehê de.
Têkildarî mijarê, El-Bîş destnîşan kir ku tiştê çavdêr bi şêweyê xêzên ronahîyê yên bilez dibîne, di rastîyê de libikên tozî yên hûrik in ku mezinahîya her yekê ji wan ji libeke xîzê derbas nabe û giranîya wê kêmî gramekê ye. Ew ji ber dijberîya tevgera Erdê ligel rêgeha toza stêrka bidûv, bi leza nêzîkî 66 kîlometreyan di çirkeyê de, derbasî bergê hewayî yê jorîn dibin, û ev leza pir zêde dibe sedema germkirina hewaya derdorê û hilmdana wan zereyan bi temamî û bi ewlehîyeke tam li bilindahîyên berz ku di navbera 95 û 105 kîlometreyan de di ser rûyê Erdê re ne.
