Parêzgeh-SANA
Rêveberîya Xizmetguzarîya Enerjîyê ya ser bi Wezareta Enerjîyê ve, îro Pêncşemê, gereke kontrolê li ser hejmarek stasyonên sotemenîyê li her du parêzgehên gundewarê Şamê û Tertûsê pêk anî; ji bo asta pabendbûna bi rêzikname û rênimayên ku karê stasyonan birêkûpêk dikin bişopînin, û ji kalîteya berhemên neftê yên ku ji bo welatîyan tên pêşkêşkirin piştrast bibin.
Serokê Îdareya Çavdêrî û Kalîteyê li Rêveberîya Xizmetguzarîya Enerjîyê li parêzgeha Gundewarê Şamê, Mihemed El-Ehmed di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku gerê hejmarek stasyonên sotemenîyê li bajarê Dimêrê li xwe girt, û di encamê de belgeyeke binpêkirinê li dijî stasyoneke sotemenîyê hat nivîsîn.

Her wiha lê zêde kir ku îdare gerên xwe yên kontrolê berdewam dike, ji bo şopandina karê stasyonan ji alîyê kalîteya berhemên neftê, duristbûna pompeyan û amûrên pîvanê û pabendbûna bi bihayê pesendkirî.






