Şam – SANA
Wezareta Rewşên Awarte hişyarî li ser nizmefişareke hewayî ku ji nîvroya îro Sêşemê heta Înê dest pê dike, û lûtkeya wê di navbera Çarşem û Înê de ye, da. Ev nizmefişar bi baranên birûskî yên dijwar (bi taybetî li rojhilat), berfa li ser bilindahîyan, û bayên kur yên ku leza wan ji 80 km/saetê dibore, tê dîtin.
Sazîya Keşnasîyê pêşbînî dike ku li Hesekê, Dêrazor û Reqayê baranên pir dijwar bibarin, û li Heleb, Idlib, Hama û gundewarê Şamê jî baranên navîn bin. Her wiha hişyarî li ser bayên tund ên ku ji 80 km/saetê derbas dibin û li çîya û peravê dixin, da, ku dibe sedema alozîyeke giran di deryayê de.
Wezaretê bang li welatîyan kir ku baldar bin û xwe ji derya, gol û avahîyên qelişî dûr bixin, her wiha konên xwe qayîm bikin û di dema bageran de leza ajotinê kêm bikin.