Şam-SANA
Welat dê Îro û rojên bê di bin bandora rewşeke nearamîya keşûhewayê de bimîne, ligel barîna baranên gur, bahozên birûskî yên xurt, barîna zîpikan û texmîn heye bagerên bihêz jî bi vê rewşê re hevdem bin.
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, duh Pênçşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku ev rewş dê ji piştî nîvroya îro Înê ve heta êvara Şemîyê 3yê Çirîya Pêşîn berdewam bike, û dê ji êvara Yekşemê 4ê Çirîya Pêşîn heta piştî nîvroya Duşemê 5ê Çirîya Pêşîn nû bibe.
Wezaretê dîyar kir ku barîna baranê dê di destpêkê de bêhtir li herêmên peravê, bakurê rojava û beşên rojava yên herêma navendî be, berî ku ber bi gundewarê Şamê yê rojava û bakur, deverin Hims û Hemayê, û paşê ber bi Reqa, Hesekê û deverin Dêrezorê ve berfireh bibe.
Heman çavkanîyê bal kişand ser ku tê texmînkirin qatên ewrên li ser hev çêbibin û bibin egera baranên gur, bahozên birûskî û barîna zîpikan. Xurtî û dema baranê dê li gor herêman cuda bin. Her wiha texmîna rabûna bagerên bihêz heye ên dibin sedema belavbûna toz û xwelîyê û rabûna bahozên tozê yên herêmî yên ku ne gengaz e çarçoveya wan a cografî bi awayekî pêşwext bê dîyarkirin.