Şam-SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan, girtina dergehê sînorî yê El-Erîdayê yê bi Libnanê re bi temamî li ber tevgera rêwîyan ji bo heyama 15 rojan, ku ji roja Pêncşemê 6ê vê Tebaxê ve dest pê dike, ragihand.
Rêveberê Têkilîyan di Desteyê de Mazin Elûş, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, duh Sêşemê dîyar kir ku girtin ji ber destpêkirina karên teknîkî di valahîya dawî ya pira dergeh de ji alîyê axa Libnanê ve ye.
Elûş bang li rêwîyan kir ku di heyama girtinê de berê xwe nedin dergehê El-Erîdayê û dergehên sînorî yên alternatîf bi kar bînin, heta ku karên pêwîst temam bibin û rêyeke alternatîf bê amadekirin ku derfetê bide destpêkirina tevgera derbasbûnê ya hino hino bi ewlehî û hêsanî.
Dergehê El-Erîdayê yek ji dergehên bejayî yên herî berbiçav di navbera Sûrîye û Libnanê de tê hesibandin, ji ber cihê wî yê ku herêmên peravê yên her du welatan bi hev ve girê dide û rola wî di tevgera rêwîyan û veguhastina kelûpelan de.