Şam – SANA
Rêveberê Îdareya Hevkarîya Navdewletî li Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê, Quteybe Qadîş, memorandûmeke lihevkirinê ligel nûnerê niştecî yê Tora Axa Xan a Geşepêdanê li Sûrîyê, Xetfan Ecûb îmze kir.
Armanca memorandûmê birêxistin û hevahengkirina karê ajansên Tora Axa Xan ligel alîyên niştimanî ye, bi awayekî ku yekkirina lêvegerê û xurtkirina bandora hevahengîyê misoger bike, her wiha guncandina proje û bernameyan ligel bernameya başbûn û jinûveavakirina niştimanî pêk bîne.
Tora Axa Xan a Geşepêdanê, ya ku koka wê di karê mirovî de vedigere zêdetirî sedsalekê, çalakîyên xwe li Sûrîyê bi rêya projeyên xizmetguzarî û geşepêdanê yên ku mirov armanc digirin berdewam dike, û geşepêdana domdar di bingeha stratejîya xwe de bi cih dike.


