Şam-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku wê derîyê tevlîbûna di xula endamtîya şaxê Amrazên Zindî K9 ji bo kuran vekiriye. Her wisa da xuyakirin serlêdan heta 15 Cotmeha bê berdewam dike û wê şert û mercên tevlîbûnê û belgeyên pêwîstî jî destnîşan kirine.
Rêveberîya Rahênan û Perwerdeyê li wezaretê duh Pêncşemê dîyar kir ku serlêdan ji bo kesên ku herî kêm xwedîyê bawernameya amadeyî (lîse) ne berdest e, li gorî komek mercên girêdayî temen, bejn, amadebaşîya tenduristîyê, tomara dadwerî û rewşa kar.
Mercên Serlêdanê
Divê ku serlêder jidayikbûyê 1ê Tebaxa 1994an û pê de heta 1ê Tebaxa 2008an be, bejna wî ne kêmî 168 santîmetreyan be, kîloya wî anku wezna wî li gorî pîvana girseya laş (BMI) di navbera 20 û 30î de li gorî bejnê guncav be, ligel derbaskirina pişkinîn û azmûnên ku ji alîyê komîteyên pispor ve tên dîyarkirin.
Her wiha wezaretê da zanîn ku divê serlêder zêdetirî pênc salan xwedîyê hemwelatîbûna Erebî ya Sûrî be, xwedî tevger û exlaqekî baş be, ji ber tawanekê yan sûcekî bêrûmetîyê yan bi cezayê girtîgehê yê zêdetirî sê mehan nehatibe mehkûmkirin, berê ji kar li cem alîyên hikûmî nehatibe avêtin an dûrxistin, û bi jineke bîyanî re nezewicîbe.
Wezaretê dîyar kir ku dema xulê 120 roj in. Derçûye vê xulê jî, heçî xwedîyê bawernameya amadeyî ye pileya polîsê fêrxwaz werdigire, û yê bawernameya peymangeha navîn pileya polîs, û xwedîyê bawernameya zanîngehê jî pileya polîsê yekem werdigire.
Mirov dikare rapirsîna serlêdana ji bo xulê bi rêya lînka ku ji alîyê wezaretê ve hatiye belavkirin dagire.
Şaxê Amrazên Zindî K9 wekî yek ji qadên xebata ewlehîyê tê hesibandin ku xwe dispêre rahênankirin û bikaranîna kûçikên polîsî di pêkanîna erkên pispor de; ev erk dîtin, pişkinîn û alîkarîya di hejmarek operasyonên ewlehîyê de li xwe digirin, ku ev yek jî pêdivî bi amadekirina endamên xwedî şîyan heye ji bo serederîya ligel van amrazan li gorî şêwazên perwerdekirin û bikaranîna pîşeyî.