Gundewarê Şamê-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker duh Pêncşemê derdora Tel Bat El-Werde li nêzî bajarokê Beyt Cin li gundewarê Şamê yê rojava topbaran kir.
Nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku çar topên ku ji alîyê hêzên Îsraîla dagîrker ve hatin avêtin, li derdora Tel Bat El-Werde ketin, bêyî ku tu agahî derbarê birîndaran de werin tomarkirin.
Hêzên dagîrkerîyê di 29ê Tebaxa borî de jî derdora Telê bi sê topan armanc kiribû.