Gundewarê Şamê – SANA
Li ser rêya Dîmasê ya li gundewarê Şamê, serê sibaha îro Pêncşemê, di encama bûyereke trafîkê de sê kesan jîyana xwe ji dest da.
Rêveberê Navenda Operasyonan li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li gundewarê Şamê Rafi’ El-Ekiş ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku tîmên rêveberîyê yekser piştî rûdana qezayê bersiv da; du cenaze derxistin û veguhestin Nexweşxaneya Muwasatê ya li Şamê, di heman demê de tîmên ambulansê yên Rêveberîya Tenduristîyê cenazeyê sêyem veguhest nexweşxaneyê.
El-Ekiş anî ziman ku tîman cihê qezayê ewle kir û kar ji bo hêsankirina tevgera trafîkê û serederîya bi şûnmayên bûyerê re kirin, da ku ewlehîya rêwî û wesayîtan were misogerkirin.