Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Necar ji SANAyê re: Projeyên Nûkirina Rêya Şam–Tedmur–Dêrezorê Hatin Çespandin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Necar ji SANAyê re: Projeyên Nûkirina Rêya Şam–Tedmur–Dêrezorê Hatin Çespandin

Necar ji SANAyê re: Projeyên Nûkirina Rêya Şam–Tedmur–Dêrezorê Hatin Çespandin

Hat weşandin: 2026/08/19 11:27 PM
Hat nûkirin: 2026/08/19 11:27 PM

Şam-SANA    

Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Pêwendîyên Rêyan li Wezareta Veguhestinê Muaz Necar eşkere kir ku îhaleya taybet bi cîbicîkirina projeyên nûjenkirina rêyên Şam – Tedmur û Tedmur – Dêrezorê û avakirina şaxê duyem ji bo wan, ji şirketa Siûdî “El-Rewaf”ê û şirketa Sûrî “El-Kewatî” re hatine spartin.

Nirxê giştî yê her du projeyan nêzîkî 300 milyon dolarên Amerîkî ye.

Ev biryar piştî pejirandina pêşnîyara herî baş ji alîyê teknîkî û aborî ve ji nav gelek pêşnîyarên ku berîya du mehan hatibûn pêşkêşkirin, hat girtin.

Necar îro Çarşemê di hevpeyvîneke taybet de ji SANAyê re dîyar kir ku dema cîbicîkirina her du projeyan 780 roj e.

Navborî anî ziman ku her du şirketan bernameyeke demî ji bo bidawîkirina karan di dema dîyarkirî de pêşkêş kiriye: “Cîbicîkirin dê piştî temambûna karûbarên pesendkirina peymanê û îmzekirina wê ji alîyê Sekreterîya Giştî ya Serokatîya Komarê (Beşa Karên Encumena Wezîran) ve dest pê bike.

Muaz Necar da zanîn ku proje nûjenkirina rêya heyî ya di navbera Şam û Tedmurê de û avakirina hêleke duyem li alîyê beramber li xwe digire.

Her wiha nûjenkirina rêya Tedmur – Dêrezorê û avakirina şaxê duyem ji bo wê jî di nav de ne.

Ev yek li gorî taybetmendîyên teknîkî yên bilind tê kirin da ku rê bibe “rêya dualî”, karîna wê ya veguhestinê zêde bibe û asta ewlehîya trafîkê xurt bibe.

Navborî li dawîyê tekez kir ku çespandina van projeyan pêngaveke bingehîn e ji bo jinûvegirêdana herêma rojhilat bi parêzgehên din ve û yekkirina wê bi tora binesazîyê û rêyên navendî re.

Wezîrê Ragihandinê: Serhişkîya HSDê rê li ber lihevkirinê girt      
Desteya Dergehan Amadekirina Binesazîya Mayînde li Dergehê Tenfê Berdewam Dike
Destpêşxerîya Niştimanî ya Jêbirina Bermayîyên Materyalên Atomî li Sûrîyê
Rêveberîya Xwecihî bi Rêxistinên Navdewletî re Piştgirîya Başbûna Sektora Niştecîkirinê li Sûrîyê Gotûbêj Dike
Patrîk Mar Îgnatîyos Efremê II Bang li Civaka Navneteweyî Dike ku Beşdarî Avakirina Sûrîyê Bibin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Muaz NecarSazîya Giştî ya Pêwendîyên Rêyên SûrîyêWezareta Veguhestinê ya Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Niştecîkirinê ligel Şandeyeke Aborî ya Amerîkî Derfetên Hevkarî û Veberanînê Gotûbêj Dike

September 15, 2026

Yekîtîya Odeyên Bazirganî yên Sûrîyê Desteya Çareserkirina Nakokîyan Ava Dike

September 15, 2026

Wezareta Derve ligel Komeleya Sûrî li Brîtanyayê Xurtkirina Pêwendîyan Gotûbêj Dike

September 15, 2026

​Nanpêjgeha Til Hemîsê ya li Gundewarê Hesekê piştî Nûjenkirinê Dikeve Xizmetê

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?