Pileyên germahîyên îro Çarşemê, hinekî bilind dibin û li piranîya herêmên Sûrîyê digihîje nêzî rêjeyên xwe yên salane yan jî hinekî kêmtir. Ev yek ji ber destpêka bandora şepoleke hewa ya germ li ser welat e ku di rojên Înî û Şemîyê de bandora wê xurtir dibe, lê roja Yekşema bê dest bi kêmbûnê dike.
Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê dîyar kir ku keşûhewa di demjimêrên rojê de li herêmên Rojhilat havîneke asayî heta hinekî germ e, li herêmên Rojava jî parçeyên ewr hene, lê li herêmên mayî sayî ye, ligel derfetên qels ên barîna hin baranan li beşên herêmên Peravê û Bakurê Rojava, lê herêmên Rojhilat û Cizîrê keşûhewayeke tozdar e.
Di danê şevê de keşûhewa hênik dimîne, bi giştî xweş e, û li herêmên çîyayî jî ber bi sarbûnê ve diçe. Rêjeya şilîyê li herêmên Rojava bilind e. Her wiha, di demjimêrên şevê û sibehê zû de dibe ku mijeke sivik li hin herêmên bilind ên Peravê û herêma Navîn çêbibe.
Li herêmên Rojhilat û li Badiyê (çolê) bayê wê ji alîyê rojavayê ber bi bakurê rojavayê ve be, û li herêmên din ji alîyê rojavayê ber bi başûrê rojavayê ve be, xurtbûna wî sivik heta navîn e. Di danê piştî nîvro de bahozên bihêz çêdibin ku leza wan ji 45 km/saetê derbas dike, bi taybetî li herêma Navîn, Başûr û Bakurê Rojava, û ev yek dibe sedema rabûna toz û tirabêlêkê li hin herêmên Hundirîn, Rojhilat û Cizîrê. Bilindbûna pêlên deryayê dê sivik heta navîn be.
Pileyên germahîyê yên herî kêm û zêde li parêzgehên Sûrîyê
| Parêzgeh | Germahîya kêm / zêde |
| Şam | 20 / 35 |
| Gundewarê Şamê – Qelemûn | 16 / 29 |
| Quneytira | 18 / 30 |
| Der`a | 20 / 34 |
| Siwêda | 17 / 32 |
| Hims | 22 / 34 |
| Hema | 23 / 36 |
| Laziqîyê | 26 / 32 |
| Tertûs | 25 / 31 |
| Heleb | 25 / 37 |
| Îdlib | 23 / 33 |
| Dêrezor | 26 / 39 |
| Reqa | 24 / 37 |
| Hesekê | 26 / 37 |