Şam-SANA
Wezîrê Dadê yê Sûrîyê Mezher El-Weys, îro Pêncşemê li Koşka Tişrînê ya Şamê, bi Serokê Encumena Dadwerî ya Bilind a Iraqê Dadwer Fayiq Zeydan û şandeya pê re, rêyên xurtkirina hevkarîya dadwerî di navbera her du welatan de bi awayekî ku xizmeta her du gelên bira bike, gotûbêj kirin.
Wezîr El-Weys dîyar kir ku Sûrîye hêvîdar e ku ew geşedana di peywendîyên aborî û ewlekarî yên navbera her du welatan de bibe palderek ji bo xurtkirina hevahengîya dadwerî û yasayî, û pêşxistina kanalên ragihandinê di navbera sazîyên dadê yên her du welatan de.
Wezîrê Dadê tekez kir ku Sûrîye rijd e li ser avakirina peywendîyên hevseng û erênî bi derdora xwe re, ku li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendîyên hevbeş bin.
Her wiha destnîşan kir ku peywendîyên dîrokî û berjewendîyên hevpar ên bi Iraqê re, her du welatan hîn bêtir dike xwedî şîyan û hewcedarîya pêşvebirina hevkarîya dualî.

