Şam-SANA
Wezîrê Navxweyî Enes Xetab, bi amadebûna cîgirê xwe yê bo karûbarên ewlehîyê Emîd Mulhem El-Şentût, civîneke kar ligel Rêveberîya Tekoşîna Dijî Terorê pêk anî.
Ev civîn di çarçoveya şopandin û nirxandina performansa ewlehîyê de hat lidarxistin.
Wezareta Navxwe dîyar kir ku di civînê de birêveçûna kar hat nirxandin û astengî û zehmetîyên ku rûbirûyî rêveberîyê di karê wê de dibin hatin gengeşekirin.
Her wiha behsa hewldanên ku di bicihanîna erkên spartî de têne dayîn hat kirin, bi awayekî ku astên herî bilind ên amadebaşîyê werin misogerkirin.
Di dawîya civînê de, wezîr mertalekî bîranînê pêşkêş kir wekî nîşana spasîyê ji bo destkeftên rêveberîyê û beşdarîya wê di parastina ewlehî û aramîya welêt de.




