Ji ber bûyerên trafîkê ku di nav 24 demjimêrên borî de li gelek parêzgehên Sûrîyê rû dan, û tîmên Parastina Sivîl yên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan destwerdana wan kir, du kes mirin û 17 jî, birîndar bûn.
Parastina Sivîl îro Înîyê Şemîyê di rêya kenala xwe li ser Telegramê ragihand ku 16 bûyerên trafîkê rû dan, û di encamê de du kesan jîyana xwe ji dest dan, û 14ên din birîndar bûn. Wê destnîşan kir ku tîman alîkarîyên seretayî ji wan re pêşkêş kirin, ji bo dermankirinê ew veguhestin nexweşxaneyan, şûnmayên bûyeran rakirin, û cihên wan jî ewle kirin.
Her weha tîmên Parastia Sivîl bersiva 127 şewatan, ku li mal, firoşgeh, gîya, dar, sergo, û têlên elektrîkê qewimîne, da. Piştre agir hate vemirandin, û cih hatin sarkirin.
Li gor daxuyanîya Parastina Sivîl, di encama van şewatan de, sê kes, ku yek ji wan endamê agirkujiyê, û du kes sivîl in, birîndar bûn, û zirarên din tenê di warê madî de sînordar bûn.
Parastina Sivîl bi bîr anî, ku divê agir li deverên daristanî û zevîyên çandinîyê neyê pêxistin, binikên çixareyan li kêleka rêyan, neyên avêtin, gîyayên hişk ên derdora malan û li kêleka rêyan neyên şewitandin.


