Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab piştrast kir ku wezaret ji kêlîyên yekem ên rûdana her du tawanên keçikên biçûk Nûr El-Dews û Fereh El-Hemûd ve, ji bo eşkerekirina hemû hûrgilîyên her du tawanan, bi giringîyeke mezin ligel Fermandarê Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Derayê Emîd Husam El-Tehan bi hevahengîya ligel Wezareta Dadê dişopîne.
Wezîr Xetab îro Şemîyê bi rêya platforma “X”ê sersaxî li malbatên her du keçikên biçûk kir û piştrast kir ku kujer dê cezayê xwe yê adil bistînin û her kesê ku destê wî dirêjî van tawanên qirêj bûbe yan jî beşdarî tê de kiribe dê rûbirûyî lêpirsîn û darizandinê bibe.
Wezîrê Navxwe li dawîyê jî zêde kir: “Tu kes ji cezayê nafilite; her kesekî ku destê wî tê de hebe, dê were cezakirin.”