Heleb-SANA
Rêveberîya Ronahîyê li Parêzgeha Helebê, duh Pêncşemê karên qonaxa duyem a projeya danîna 200 stûnên ronahîyê yên ku bi enerjîya rojê dixebitin li taxên Eşrefîyê û Şêx Meqsûdê, bi hevahengîya ligel rêxistina “Yekîneya Piştgirîya Aramîyê” da destpêkirin.
Ev proje bi armanca vegirtina korîdorên rêyan ên bi dirêjahîya 4.85 kîlometreyan tê kirin, bi awayekî ku ewlehîya giştî û civakî xurt dike.
Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina “Yekîneya Piştgirîya Aramîyê” Munzir Silal, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku proje bi çavdêrîya Parêzgeha Helebê û bi fînansekirina Bernameya “El-Reşad” a ku ji hêla Wezareta Derve ya Amerîkayê ve tê fînansekirin, tê cîbicîkirin.
Proje armanc dike ku piştgirîya vegera koçber û penaberan bo herêmên wan bike, asta ewlehî û silametîyê baştir bike, kalîteya binesazîyê xurt bike. Her wiha ronahîyeke baş ji bo rê û şûnên giştî peyda bike, bi awayekî ku di kêmkirina bûyeran û baştirkirina kalîteya jîyana niştecihan de bibe alîkar.
Ji hêla xwe ve, Berpirsê Têkilîyan di Kutleya Duyem de li Bajarê Helebê Heysem Hemo bal kişand ser girîngîya projeyê, ku ew yek rasterast di hêsankirina tevgera çûnûhatina welatîyan di danê şevê de beşdar dibe, û asta ewlehî û silametîya giştî û kalîteya xizmetguzarîyan li herêmê bilind dike.



