Şam-SANA
Rêveberê Navenda Sûrîyê ya Belgekirina Binpêkirinên Kîmyeyî Nîdal Şêxanî, girîngîya berdewamîya şopandina berpirsên êrîşên Kîmyeyî yên ku Sûrîyê dîtine, nexasim êrîşa li ser bajarê Dûmayê, piştrast kir. Her wisa destnîşan kir ku pêkanîna dadwerîyê û heqdayîna qurbanîyan temamkirina rêkarên darizandinê li asta niştimanî û navneteweyî dixwazin.
Şêxanî, di hevpeyvînekê de ligel kanala El-Ixbarîye ya Sûrîyê, duh Çarşemê dîyar kir ku divê hewldanên darizandinê di heman demê de ligel peydakirina lênêrîn û piştgirîya ji bo kesên rizgarbûyî û zîyandîtî, her weha perwerdeya wan a tenduristî û derûnî bin.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku vejandina bîranîna êrîşa Kîmyeyî ya li ser Dûmayê beşdarîyê di parastina bîra komî ya Sûrîyan de dike, û rê li ber paşguhxistina van tawanan an jêbirina şopên wan digire. Her wiha destnîşan kir ku encamên wan ên tenduristî, derûnî û civakî hîn jî bandorê li hesta civakên xwecihî ya ewlehî û aramîyê dikin.
Rêveberê Navenda Sûrîyê ya Belgekirina Binpêkirinên Kîmyeyî dîyar jî kir ku navend binpêkirinên Kîmyeyî li gorî rêbazeke ku li ser berhevkirina daneyan, piştrastkirina şahidîyan û berhevkirina wan bi pîvanên navneteweyî re ava dibe, belge dike. Ev yek jî piştgirîyê dide hewldanên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyeyî û mekanîzmayên navneteweyî yên pispor di destnîşankirina berpirsyarîyan û îsbatkirina bikaranîna van çekan de.
Şêxanî ki dawîyê jî bal kişand ser wê yekê ku dosyayên binpêkirinan ji bo alîyên navneteweyî yên têkildar tên şandin, hevdem ligel hewldanên her du wezaretên Dadê û Navxweyî ji bo şopandina kesên tawanbar, û destnîşankirina berpirsên derxistina fermanên bikaranîna çekên Kîmyeyî û cîbicîkirina wan.