Şam-SANA
Wezîrê Peywendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan Ebdilselam Heykel tekez kir ku Sûrîye nêzîkî bidawîkirina îzolyasyona teknîkî û rizgarbûna ji qeyd û bendên navneteweyî bûye.
Îro Pêncşemê, Wezîr Heykel bi rêya platforma “X”ê dîyar kir ku Sûrîye cara yekem e di heyama 47 salan de li ber derîyê rizgarbûna ji qeyd û bendên navneteweyî ye. Wî da zanîn ku hewcedarîya bikaranîna “VPN”ê ji bo bernameyên cîhanî dê di demeke nêz de bibe tiştekî ji rabirdûyê.