Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab pêşwazî li Balyozê Libnanê li Şamê Henrî Qestûn kir.
Rêveberê Rêveberîya Hevkarîya Navdewletî Eqîd Ebdilrehîm Cebare û Nûnerê Rêveberîya Karûbarên Erebî li Wezareta Derve û Koçberan Mihemed Reşîd di hevdîtinê de amade bûn.
Di hevdîtinê de rêyên xurtkirina têkilîyên dualî di navbera her du welatên bira de hatin gotubêjkirin, her wiha hevahengîya di çend mijar û dosyeyên xwedî berjewendîya hevbeş de hate gengeşekirin.





