Şam – SANA
Wezareta Dadê derbarê rûpelên ku xwe wekî wezaretê nîşan didin û biryarên bi mor û îmzeyên sexte bi mebesta xapandin û xirabkarîyê belav dikin, hişyarî da. Wezaretê tekez kir ku tu peywendîya wê bi van daxuyanîyan re nîne.
Wezareta Dadê û Rêveberîya Teftîșa Dadwerî dîyar kir ku ew berpirsyarê tu daxuyanîyên nefermî nînin. Wezaretê gefa şopandina yasayî li malperên sexte kir û ferman da dadwer û dozgeran ku rêkarên pêwîst ji bo parastina rûmeta dadwerîyê bigirin.
Wezareta Dadê cîbicîkirina biryar û daxuyanîyên xwe yên fermî tenê bi weşandina di nav “kanalên xwe yên taybet” de sînordar kir, û hişyarî da ku tu madeyên ku li derveyî van platforman li ser navê wê tên belavkirin neyên qebûlkirin û parvekirin.