Idlib-SANA
Îro Şemîyê, ji encama teqîna bermayîyên şer ên ji serdema rêjîma hilweşyayî ve, sê sivîl bi birînên astên cuda birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan metirsîdar e. Vê yekê di dema paqijkirin û rakirina kavilan ji maleke zirardîtî li gundê Me’eret El-Sînê yê gundewarê başûrê Idlibê de rû daye.
Yûsiv El-Etreş, ku yek ji niştecîhên gund e, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku birîndaran karê rakirina kavilan ji maleke wêranbûyî ya ji ber topbarana rêjîma berê dikir, dema ku bumbeyek ji bermayîyên şer ku di bin kavilan de bû teqîya, û di encamê de ew kes bi birînên astên têvel birîndar bûne, û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Hemşîreyê li navenda tenduristîyê ya Me’eret El-Nu’man, Ebdilbarî El-Yûsiv, di daxuyanîyeke hemşêwe de da zanîn ku sê birîndar hatine pêşwazîkirin, û birînên yekî ji wan giran in û hemû jî pêdivîya wan bi destwerdana neştergerî heye, û piştî pêşkêşkirina alîkarîya destpêkî, bo Nexweşxaneya Zanîngehê ya Idlibê hatine veguhestin da ku dermankirina pêwîst wergirin.
Navçeyên gundewarê başûrê Idlibê bi taybetî rastî dubarebûna bûyerên teqîna bermayîyên şer ên ku rêjîma têkçûyî li pey xwe hiştine tên; bi taybetî avêjtokên neteqîyayî û mayînên ku di mal û erdên çandinîyê de hatine çandin, û metirsîyeke mezin li ser jîyana sivîlên ku vedigerin gundên xwe û li ser tîmên Parastina Sivîl çêdikin, hemdem ligel tunebûna alavên dîtina teqemenîyan û tîmên endezyarîyê yên pispor.




