Şam-SANA
Wezareta Parastinê ya Sûrîyê pêşwazîya biryara vekişîna rêxistina HSDê ji herêmên rûbirûbûnê yên li rojavayê çemê Firatê kir. Wezaretê tekez kir ku ew dê temamkirina vî vekişînê bi hemû alav û endaman ber bi rojhilatê çêm ve bi hûrgilî bişopîne.
Wezaretê îro Şemîyê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku ev vekişîn hevdemî destpêkirina belavbûna yekîneyên hêzên Artêşa Erebî ya Sûrîyê li wan deveran e, ji bo dabînkirina ewlehîya wan û sepandina serwerîya dewletê, wekî amadekarîyekê ji bo misogerkirina vegera ewle û bilez a welatîyan bo mal û gundên wan û destpêkirina vegera sazîyên dewletê.
Rêxistina HSDê ragihandibû ku wê biryar daye ku ji herêmên rojhilatê Helebê vekişe û li herêmên rojhilatê Firatê ji nû ve bi cih bibe, her wisa pabendî bicihanîna bendên peymana 10ê Adara 2025an bibe.