Şam – SANA
Rêveberê Têkilîyên Giştî di Desteya Dergeh û Gumrikan de, Mazin Elûş, tekez kir ku 76 cenazeyên hemwelatîyên Sûrî ji Libnanê di sînor re derbas bûne, yên ku di encama êrîşa berdewam a Îsraîlê de ji Adara borî ve jîyana xwe ji dest dabûn.
Elûş eşkere kir ku ji Adara borî ve 180 cenaze ji Libnanê derbas bûne, ku di nav wan de 76 Sûrî hebûn ên ku di topbarana Îsraîlê de jîyana xwe ji dest dabûn; cenazeyên wan li ser her du dergehên Cidîdet Yabûsê (37 cenaze) û Cûsîyê (39 cenaze) hatibûn dabeşkirin.
Ajansa Nûçeyan a Libnanî Çarşemê dîyar kiribû ku encama êrîşên Îsraîlê li ser Libnanê ji duyê Adara borî ve gihîştiye 2454 kuştî û 7658 birîndaran.