Idlib-SANA
Karwanê sêyem ê vegera bidilxwazî, îro roja Çarşemê, ji kampên bakurê Idlibê ber bi her du bajarokên Letamne û Kefir Sicne ve bi rê ket. Ev gav bi hevahengîya navbera Parêzgeha Idlibê, Rêveberîya Karûbarên Civakî, Komîserîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û rêxistina “Mezn” hat avêtin.
Karwan 80 malbatî li xwe digire; alîkarîyên mirovî yên bingehîn ji wan re hatine dabînkirin û li gorî plansazîya demeke destnîşankirî û gihîştineke ewle û hêsan hatin veguhastin.
Serokê Beşa Xizmetguzarîyên Civakî, Ebdulkerîm El-Etreş, tekez kir ku xebat di çarçoveya planeke giştgîr de berdewam in, ji bo aramîya şênîyan dabîn bikin, heta ku hemû penaberên kampan vegerin. Ji alîyê xwe ve, Serokê Encumena Kefir Sicne amadebûna şaredarîyê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzarîyên pêwîst bi hevkarîya alîyên peywendîdar ragihand.
Malbatên vegerîyane kêfxwesîya xwe bi bidawîkirina êşa koçberîya ku bi salan berdewam kir anîn ziman, û pesnê piştgirîya ku hatiye pêşkêşkirin dan. Ev destpêşxerî giringîyê dide dabînkirina mercên jîyanê yên bingehîn bi rengekî gav bi gav, da ku aramî vegere û tevna civakê careke din hev bigire.