Şam-SANA
Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, di karê nirxandin û nûjenkirina hejmarek qanûnên ku karê wezaretê birêkûpêk dikin de berdewam e, bi armanca piştgirîya nenavendîbûnê û bihêzkirina rola encumenên xwecihî, bi awayekî ku bihêle yekeyên îdarî erkên xwe bi kartêkerîyeke bilindtir bibin serî.
Wezaretê îro Duşemê, li ser kanala xwe ya Telegramê zelal kir ku nirxandin qanûnên: Rêveberîya Xwecihî, Parastina Jîngehê, Qanûna Darayî, Budceya Serbixwe, Binpêkirinên Avahîsazîyê, Çalakîyên Aborî, Paqijîyê û Rakirina Bermahîyên Avahîyên Zîyandîtî, li xwe digire.
Ev gav di çarçoveya baştirkirina xizmetguzarîyan û bersivdana bilez ya daxwazên herî pêşîn ên welatîyan de tê avêtin, û biryar e ev pêşnîyar di zûtirîn dem de pêşkêşî Encumena Gel bên kirin.