Şam – SANA
Rêveberê Giştî yê Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrî, Muder El-Ugle, îro Yekşemê, bi hevtayên projeyên hevkarîya teknîkî re, pêşveçûna pêkanîna projeyên heyî ku bi hevkarîya Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî li dar dikevin, gotûbêj kir, ew jî di çarçoveya dewreya niha ya bernameya hevkarîya teknîkî ya 2026-2027 de.
Desteyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku di civîna ku li avahîya Desteyê li Şamê hate lidarxistin, pêşketina ku di pêkanîna projeyên hevpar de hatiye bidestxistin bi awayekî berfireh hate nirxandin. Her wiha li ser bernameya demkî û çalakîyên ku di qonaxa pêş de dê bêne destpêkirin jî nîqaş hat kirin.
Di civînê de, astengîyên lojistîkî û teknîkî yên sereke ku bi planên pêkanînê re rûbirû ne, hatin destnîşankirin, û çareserî û mekanîzmayên guncaw ji bo zêdekirina karîgerîya performansê û misogerkirina pêkanîna armancên hêvîkirî, gotûbêj kirin, ligel nirxandina sûdeyên ji dersên ku di qonaxên berê yên xebatê de hatine wergirtin.


