Şam-SANA
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, teqîna terorîstî ku pêr Pêncşemê êvarî, ku yek ji qehwexaneyên dorhêla Koşka Dadê li Şamê armanc kiribû, bi tundî şermezar kir, û daxwaza lêpirsîneke “lezgîn, bibandor û serbixwe” kir da ku hûrgilîyên bûyerê werin eşkerekirin û berpirsîyar werin cezakirin.
Torê di daxuyanîyeke xwe de îro Şemîyê teqez kir ku teqîna terorîstî li ser sivîlan, mafê jîyanê, û ewlehîya kesane, êrîşeke xeternak e, û dîyar kir ku agahîyên ku heta niha li ber destê wê hene rê nadin ku alîyê berpirs an jî sedema teqînê bê destnîşankirin, û ew li gorî rêbaza xwe ya heyî lêpirsînê di hemû bûyeran de berdewam dike.
Her wiha torê Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navneteweyî han da ku piştgirîya hewldanên ji bo parastina sivîlan û dezgehên sivîl li Sûrîyê bikin, şîyanên lêpirsîna tawanbarî, bijîşkîya dadwerî û parastina delîlan xurt bikin, û piştgirîyê bidin qurbanî, rizgarbûyî û malbatên wan.