Siwêda – SANA
Parêzgarê Siwêdayê Mustefa El-Bekûr, îro Sêşemê, ligel nûnera rêxistina UNICEFê li Sûrîyê Meritxell Relano Arana û şanda pê re, asoyên xurtkirina hevkarîya hevbeş di navbera her du alîyan de gotûbêj kir.
Parêzgeha Siwêdayê li ser rûpela xwe ya Telegramê dîyar kir ku di civînê de projeyên ku di sektorên tenduristî, xwendin û xizmetguzarîyê de tên cîbicîkirin hatin nirxandin, her wiha plan û projeyên siberojê yên ku armanca wan pêşxistina performansê di van warên girîng de ne, hatin nîqaşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku parêzgar di yekê Sibata borî de jî, ligel nûnerên rêxistinê rêyên xurtkirina hevkarîya hevbeş di hejmarek projeyên geşepêdanî û mirovî de gotûbêj kiribû.



