Reqa-SANA
Wekî bersivdanê kê ji bo gilî û gazinên welatîyan û ji bo parastina ewlehîya civakê, yekîneyên Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn li Reqayê, bi hevkarî û hemahengîya ligel Şaxê Nehiştina Madeyên Hişbir, îro Pêncşemê, kampîneke ewlehîyê ya berfireh da destpêkirin, ku bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir li taxên: Taxa El-Bedû, El-Mişleb, û El-Rumeylayê kirin armanc.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn dîyar kir ku di vê kampînê da hejmarek kesên têkildar hatin girtin û alavên taybet yên bikaranîna madeyên hişbir hatin desteserkirin. Her wiha destnîşan kir ku alîyên peywendîdar dest bi lêkolînên xwe kiriye da ku wan kesan radestî dadgehê bikin.
Têkildarî vê mijarê, û ji bo şopandina kesên ku qanûnê binpê dikin, Hêzên Ewlehîya Hundirîn tekezî li ser berdewamîya kampînên xwe yên meydanî kir.
Hêjayî gotinê ye ku di mehên borî de alîyên peywendîdar gelek torên belavkirina madeyên hişbir ji hemû cureyan jev xistin û gelek made desteser kirine û ji nav birin. Grupên jinavbirî, encama karê rêjîma têkçûyî bû ku li ser berhemanîn û belavkirina madeyên hişbir di nav civaka Sûrîyê de kar dikir, ji bilî ku bi qaçaxî derbasî welatên cîran û deverê jî dikir.