Şam – SANA
Li Şamê, bi amadebûna berpirsên fermî û nûnerên rêxistinên navxweyî û navdewletî, ahengek ji bo destpêkirina karê ofîsa kompanya “Chemonics” li Sûrîyê hat lidarxistin, bi mebesta xurtkirina sektorên perwerde, xizmetguzarî, bersivdana rewşên awarte û avakirina şîyanan ji bo piştgirîya başbûna berdewam. Kompanyê ji sala 2012an ve nêzîkî 24 proje bi nirxê zêdetirî 572 milyon dolarî cî bi cî kirine.
Rêveberê Giştî yê kompanyê, James Butcher, tekezî li ser pabendbûna xwe bi berdewamîya piştgirîya bizavên başbûnê û hevkarîya ligel civakên navxweyî kir.

Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, Raid El-Salih, dîyar kir ku vekirina vê ofîsê, veguhestina bo qonaxa jinûavakirinê nîşan dide, û hevkarîya ku ev 12 salan in berdewam e, di bîr anî.

Nûnerê Wezareta Karûbarên Civakî û Kar, Behcet Hecar, eşkere kir ku hikûmet hewl dide ji qonaxa bersivdana mirovî derbasî qonaxa başbûn û geşepêdanê bibe da ku dîtina “Sûrîyeke bêkamp” pêk bîne, ev yek jî hewceyî hevahengî û veberhênana demdirêj ligel şirîkan e.




