Şam – Sûrîye
Komîteya Neteweyî ya Çavdêrîya Heyvê li Sûrîyê, bang li welatîyan kir ku êvara îro Sêşemê (17ê Sibata 2026an) li heyva meha Remezanê ya sala 1447an a Koçî bigerin. Komîteyê daxwaz ji her kesê ku bi çav yan bi amûrên alîkar heyvê bibîne kir ku daxuyanîyê bide dadgehên şer’î yan komîteyên çavdêrîyê. Her wiha zelal kir ku wê tîmên meydanî amade kirine ku piştî rojavabûnê dest bi lêgerînê bikin, da ku piştre daxuyanîyeke fermî derbarê dîyarkirina roja yekem a meha pîroz de were weşandin.