Şam-SANA
Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê îro Çarşemê bang kir ku beşdarî kampanya “Mala Xwedê mala me ye” bibin, ji bo paqijkirina mizgeftan di çarçoveya amadekarîyên pêşwazîkirina Cejna Qurbanê ya pîroz de.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku armanca kampanyayê paqijkirin, tahirkirin, bêhnxweşkirin û lênêrîna mizgeftan e, her wiha mezinkirina vê şe’îreyê di dilê bawermendan de ye. Her wiha da zanîn ku kampanya dê piştî nimêja esrê ya roja Duşemê (25.05.2026) li hemû mizgeftan dest pê bike.
Komîteya Niştimanî ya Çavdêrîya Hîlalê roja Yekşema borî ragihandibû ku roja Sêşemê (26ê Gulanê) dê bibe roja Erefeyê, di demekê de ku Cejna Qurbanê ya pîroz dê roja Çarşemê (27ê Gulanê) be.