Şam – SANA
Serokê Daîreya Ragihandinê li Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê Mustefa Xeyrulah ragihand, ku hejmara hecîyên Sûrî yên ku di roja yekem a geştên hecê de bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ber bi Axa Pîroz ve bi rê ketine gihîştiye 680 hecîyan, ku di du geştên esmanî de hatine dabeşkirin.
Xeyrulah tekez kir ku Desteya Balafirvanîya Sivîl hemû hêsankarî ji bo misogerkirina birêxistinkirina geştên hecîyan pêşkêş kirine, û dîyar kir ku xizmeta wan rûmet û berpirsyarîyeke niştimanî ye ku kadroyan han dide ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarîyan.

Duh Şemîyê, yekemîn geştên hecîyên Sûrî ji bo pêkanîna menaskên hecê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ber bi Axa Pîroz ve dest pê kirin, di nav tedbîrên rêxistinî, xizmetguzarî û tenduristîyê de ku ji alîyê alîyên peywendîdar ve ji bo hêsankirina geşta hecîyan û xwedîderketina li wan hatine girtin.