Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih tekez kir ku wezaretê ji destpêka îsal ve dest bi amadekirina planeke parastinê ya giştî kiriye ji bo rûbirûbûna şewatên daristanan û misogerkirina werza dirûnê ya ewle, piştî wergirtina erêkirin û rênimayên serokatîyê yên pêwîst ji bo cîbicîkirina plana niştimanî ya rûbirûbûna şewat û bobelatan.
El-Salih di hevpeyvînekê de ligel kanala “Al-Ikhbarîya” ya Sûrîyê duh Pêncşemê got: Armanca vê planê parastina can, mal û milk û jîngehê ye, her wiha bihêzkirina şîyana tîmên meydanî ji bo destwerdana bilez di dema derketina şewatan de.
Navborî dîyar kir ku wezaret dê sîstemên agahdarkirina pêşwext û sensorên ku nêzîkî çar hezar hektar ji daristanên çîyayên peravê vedigirin saz bike, da ku şîyana destnîşankirina zû ya şewatan xurt bike.