Şam-SANA
Serokê Komîteya Jinavbirina Destkeftîyên Neqanûnî, Basil El-Siwêdan, hişyarî derbarê her hewldaneke simsarî û keysbazîyê û kesên xwe bi awayekî sextekarî dikin karmendên hikûmetê, da.
El-Siwêdan dîyar kir ku ji bo peywendîyê tenê kenalên fermî yên Komîteyê hene; ew jî malpera elektronîk (GCC GOV SY) û seredana yekser li baregeha komîteyê ya li Şamê (Mezê- Kîwan) e, bêyî ku hewcedarî bi tu navbeynkaran hebe.
Her wiha navborî tekez kir ku tu nûnerên komîteyê ji bo danûstandinan li derveyî kenalên fermî nînin. Dîyar jî kir ku karmendên komîteyê nasnameyên kar û nivîsên fermî yên erkdarkirinê hildigirin, û bi hevahengîya ligel wezareta Hundirîn û ya Dadê karê wan tê birêvebirin.
Her wiha bang li welatîyan kir ku ji bo neyên xapandin, dema hewldaneke simsarîyê dîtin, yekser bi rêya jimara (8055) gilîyê wan kesan bikin.