Şam-SANA
Dezgeha Sûrî ya Berîdê ragihand ku ji yekê heyva Tîrmeha bê ve, xizmeta wergirtina pakêtên postayê yên navdewletî, dê di rêya nivîsgeha pevguhertina postayê ya li Balafirgeha Navdewletî ya Şamê re careke din bê çalakkirin.
Rêveberê Giştî yê Dezgehê, Îmadedîn Hemed, dîyar kir ku piştî temamkirina hemû pêdawîstîyên teknîkî û lojîstîkî bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar, jinûvedestpêkirina xizmeta berîda navdewletî li Sûrîyê, qonaxeke girîng e ji bo jinûvegirêdana wê bi tora berîda cîhanî ve.
Hemed her weha anî ziman ku dezgehê nivîsgeha pevguhertina postayê ya li Balafirgeha Şamê li gorî pîvanên navdewletî nûjen kiriye, da ku asta baş a xizmeta radestkirina pakêtan dabîn bike, û tekez kir ku ev gav rê li ber piştgirîya bazirganîya elektronîk di rêya sînoran re xweş dike û kirîn û peredana bi diravê xwecihî hêsan dike.