Şam – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Sûrîyê, Raid El-Salih, piştrast kir ku tîmên Berevanîya Sivîl di nava du rojan de zêdetirî 220 destwerdanên meydanî pêk anîne, ku di serî de bersivdayîna rewşa kampan bû; ji ber keşûhewaya dijwar bi sedema barana zêde li welat.
Wezîr El-Salih îro Sêşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê dîyar kir ku tîmên Berevanîya Sivîl li gundewarên Idlib, Hema û Helebê destwerdan li zêdetirî 20 kampên zirardîtî kirine, da ku bandora neyînî ya rewşa keşûhewayê kêm bikin, di heman dema ku li bajar û bajarokan jî xebatên alîkarîyê hatine meşandin.
Wezîr El-Salih hêvîya xwe anî ziman ku êşa koçberan dê di demeke nêzîk de bi dawî bibe û her kes bi ewlehî û rûmet vegere mala xwe.
Duh Duşemê, tîmên Berevanîya Sivîl li kampa El-Xensa ya li Idlibê destwerdan kirin; ji bo ava baranê avrû vekirin, av ji sazîyên giştî û malan kişandin, derbasbûna sivîlan hêsan kirin û otomobîlên ku di herîyê de mabûn derxistin.