Wezareta Hundir:
– Em bi baldarîyeke mezin wan hewldanên plankirî yên rojên dawî dişopînin, ku armanca wan têkdana ewlehî û aramîyê ye û dixwazin tevlîhevîyê belav bikin û derbê li aştîya civakî bixin.
– Di vê çarçoveyê de, kuştina îro ya li dijî gotarbêjê meqamê Seyîde Zeynebê wekî xelekekê ji vê pêvajoya gurkirinê ya metirsîdar tê dîtin. Ev tawan di çarçoveya armancgirtina sembolên olî û civakî de ye da ku fitneyê derxin û aramîya civakê têk bibin.
– Ev tawan bêyî hesabpirsîn derbas nabe. Sazîyên peywendîdar ji bo eşkerekirina hûrgulîyan û naskirina nasnameya kujeran û yên li pişt wan, dest bi lêpirsînên hûr kirine da ku rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê wan de werin girtin.
– Em pabendbûna xwe ya tam bi parastina welatîyan û parastina ewlehîya giştî dûpat dikin, û em ê bi biryardarî rûbirûyî her hewldaneke ku aramîya welat dike armanc bibin.