Şam-SANA
Di encama bûyerên trafîkê yên roja Yekşemê de li seranserî Sûrîyê, 5 kesan jîyana xwe ji dest da û 11 kesên din jî birîndar bûn. Tîmên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan jî bi awayekî demildest li hana van bûyeran çûn.
Parastina Sivîl di kanala xwe ya Telegramê de îro Duşemê ragihand ku tîmên wan duh Yekşemê li hemû parêzgehên Sûrîyê li hana 8 bûyerên trafîkê çûne. Di encamê de 5 kesan jîyana xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne. Tîman alîkarîya seretayî pêşkêşî birîndaran kir, û cenaze jî veguhastin Bijîşkîya Dadî.
Tîmên Parastina Sivîl ji ber mercên hewayê yên heyî, şîret li şofêran kirin ku leza xwe kêm bikin da ku li ser rêyan neşemitin. Her wiha tekez kirin ku divê rewşa teknîkî ya wesayîtê were kontrolkirin û dûrî tevgerên çewt bikevin ku bala şofêr di dema ajotinê de belawela dikin, mîna bikaranîna telefona destan.




