Şam-SANA
Rêveberê Têkilîyên Giştî li Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan, Mazin Elûş tekez kir ku karmendên desteyê li dergehê sînorî yê Cedîdet Yabûsê bi Libnanê re, bi temamî amade ne ku dest bi kar bikin û hemû amadekarîyên pêwîst ji alîyê Sûrîyê ve hatine sergihayîkirin.

Elûş duh Çarşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê eşkere kir ku her gava alîyê Libnanî amadekarîyên xwe biqedîne û dest bi kar bike, dê bi rêya hesabên fermî vekirina dergeh û vegera tevgera hatinûçûnê bi awayekî tam were ragihandin.
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan li Sûrîyê berê derbasbûna bi rêya dergehê Cedîdet Yabûsê (ku li hemberî dergehê Mesne ye) bi awayekî demkî dabû sekinandin. Desteyê tekez kir ku ev dergeh bi taybetî ji bo derbasbûna sivîlan hatiye veqetandin û ew rê nadin ku dergeh ji bo tu çalakîyên li derveyî çarçoveya sivîl û yasayî were bikaranîn.