Heseke – SANA
Parêzgeha Hesekê ragihand ku karwanê şeşemîn ê vegerê, ku 645 malbatên koçber ên devera Serê Kanîyê (Reis El-Eyn) li xwe digire, dê sibe Çarşemê serê sibehê ji bajarê Hesekê ber bi herêmên wan ên resen ên li gundewarê Serê Kanîyê bi rê bikeve.
Ev pêngav di çarçoveya bernameya vegera ewle û xwebexş a şênîyan de ber bi gund û malên wan ve pêk tê.
Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî îro Sêşemê di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku ev karwan di çarçoveya wan hewldanan de tê ku ji bo dabînkirina vegereke rûmetdar û bêtirs ji bo koçberan tên meşandin, nemaze piştî ku xebatên paqijkirina gundên wan ji mayîn û şûnmayên şer kuta bûn.
El-Hîlalî da zanîn ku xebat bênavber didomin da ku berî hatina sermaya zivistanê rêkarên vegera malbatên derbider bên lezkirin; nexasim jî ew malbatên ku li kampan û li wan dibistanan dimînin ku bûbûn navendên hewandinê.
Ev pêngav rê dide wan ku vegerin ser warê bav û kalên xwe, her wiha barê giran ê jîyanî û xizmetguzarîyê yê ku ji ber dirêjbûna awarebûnê çêbûye, sivik dike.