Şam – SANA
Dezgeha Navendî ya Çavdêrîya Darayî li Sûrîyê, li baregeha xwe ya li Şamê, qonaxa duyem a hevdîtinan bi kesên dixwazin beşdarî pêşbirka posta “Alîkarê Mufetiş” bibin, bi beşdarîya 180 kesên ji parêzgehên cuda, encam da.
Rêveberê Geşepêdana Rêveberî, Şadî El-Îbrahîm, eşkere kir ku ev pêşbirk di çarçoveya çaksazîya rêveberî de hat, piştî dîyarkirina hewcedarîya rasteqîn a kadroyan. Her weha da zanîn ku 350 kesî serlêdan bo ezmûna nivîskî kiribû, 180 kes ji wan karîbû bi ser bikevin.




