Şam – SANA
Wezîrê Navxweyî Enes Xetab ligel şandeya Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe ya Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve civîya. Şande di bin serokatîya Munye Emmar û Fionnuala Ní Aoláin de bû, û bi amadebûna şêwirmendê wezîr û efserên peywendîdar civîn pêk hat.
Di civîna îro de li avahîya wezaretê, encam û pêşnîyarên komîteya mafên mirovan hatin gotubêjkirin. Wezîrê Navxweyî tekez kir ku wezaret pabend e bi xwendina van pêşnîyaran û danûstandina ligel wan li gorî qanûnên niştimanî û pîwerên navdewletî. Her wiha wezîr destnîşan kir ku wezaret bi giringî li ser hevkarîya navdewletî disekine ji bo piştgirîkirina karê sazûmanî û çespandina prensîbên zelalî û serwerîya qanûnê.
