Şam – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih tekez kir ku ji bo şopandina geşedanên bilindbûna asta ava çemê Firatê, odeyeke operasyonan a hevbeş a 24 saetî ligel parêzgehên Reqa û Dêrezorê û Wezareta Çavkanîyên Avê ava kiriye. Ev yek jî hevdemî amadebaşîya tîmên meydanî yên wezaretê bû ji bo parastina welatîyan.
Tîmên piştevanîyê jî yek li pey yekê ji parêzgehên Heleb, Idlib, Hema û Himsê dgihîştine da ku piştgirîya hewldanên bersivdanê li ser her du berên çem bikin. Di encama rabûna avê de, tu zîyanên canî nehatin tomarkirin, tenê çend zarokek xeniqîn ji ber ku di çem de avjenî dikirin.
Ev bilindbûn vedigere rêjeya barana nedîtî ya li bakur û rojhilatê Sûrîyê û zêdebûna ava bendavan. Li gorî daxuyanîya Rêveberê Giştî yê Sazîya Bendava Firatê, Heysem Bekûr, alîyê Tirkî nêzîkî 2000 metrekûbîk av di sanîyeyê de berdaye û dergehên avrêjê vekirine. El-Salih zelal jî kir ku dosyaya piran li derveyî qada karê wezareta wî ye.