Bruksel-SANA
Şandeke teknîkî ya Wezareta Derve û Koçberan, duh yekşemê, civîneke gotûbêjê bi endamên revenda Sûrî re li Belçîkayê pêk anî. Armanca civînê guhdarîkirina li nêrîn û pêşnîyarên wan derbarê pêşxistina mekanîzmayên hevkarîya hevbeş û xurtkirina rola wan di piştgirîkirina vebijarkên niştimanî de bû.
Di nav şandeyê de Mihemed Yeqûb El-Omer (Birêvebirê Îdareya Konsulxaneyê) û Mihemed Ebdulselam (Birêvebirê Îdareya Karûbarên Koçberan) hebûn.
Birêvebirê Îdareya Konsulxaneyê di dema civînê de dîyar kir ku pêşgavîya kar li ser çareserkirina pirsgirêkên belgeyên fermî hatibû danîn, nexasim ji ber ku di salên borî de hejmareke mezin ji penaberan kaxezên xwe yên nasnameyê winda kirine.
Ji alîyê xwe ve, serokê şandeyê Mihemed Ebdulselam di peyva xwe de tekez kir ku “qonaxa niha pêdivî bi karekî hevbeş heye ku li ser bingeha gotûbêj û bawerîya dualî ava bibe.”
Beşdarên civînê di dawîyê de daxwaz kirin ku lidarxistina van civînan li Belçîkayê û welatên din berdewam bike, her wiha li benda ragihandina kanalên peywendîyê yên fermî ne ku ji bo koçberan bên veqetandin.



