Şam-SANA
Wezareta Navxwe îro duşemê daxuyanîyek belav kir û tê de bang li hemû endamên ku berê tevlî rêzên hêzên HSDê bûbûn kir, ku bi zûtirîn dem serî li navendên asayîkirinê yên li parêzgehên Heleb, Idlib, Dêrezor û Reqayê bidin, berî ku wergirtina daxwazên asayîkirina rewşê di roja yekê ya meha Adara bê de were rawestandin.
Wezareta navborî dîyar kir ku divê hemû kesên peywendîdar, berî bidawîbûna dema dîyarkirî, serî li navendên pispor ên li parêzgehên navborî bidin, da ku rewşa xwe asayî bikin û belgeyên ku di temamkirina rênimayên yasayî de alîkarîya wan dikin bi dest bixin; ev yek di çarçoveya hewldanên xurtkirina aramî û ewlehîya navçeyê bi giştî tê kirin.